Patel: Amerîka dewletekî Kurd ya serbixwe ya li Sûriyê destek nake

Patel: Amerîka dewletekî Kurd ya serbixwe ya li Sûriyê destek nake

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Vedant Patel ragihand ku Amerîka li bakûrê Sûriyê destekê nade dewletekî Kurd ya serbixwe. Patel got ku ew destekê didin serxwebûna Iraqê û tehdîdên li herêmê ji bo Amerîkayê ciddî ne. Vedant Patel, ragihandina xwe di civîna çapemeniyê ya li Washingtonê de kir.

Daxwuyaniya Patel li ser pirsên peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurde hat dayîn. Kurde di pirsên xwe de behsa grûba Ashab-i Kehf ya bi desteka Îranê kir ku dixwaze leşkerên Amerîkayê ji Iraqê derxe. Pirsa dinê ku Hîzbûllaha Lubnanê ku li Iraqê 2 grûbên çekdar daniye bû. Gelo Amerîka li hemberê van grûban dê çi bike? Li ser pirsên han Patel weha got:

“Helbet tehdîd ji bo me ciddîne û divê em ji ewlehiya jiyana xebatkarên xwe yên wê derê piştrast bin. Em daîma bi endîşe ne ku Îran ewlehiya herêmê, îstîqrarê, dezgeyên Iraqê tehdîd dike. Em ê destekê bidin dezgeyên Iraqê, wan xwurt bikin û serxwebûna Iraqê destek bikin.

Em destekê nadin dewletekî serbixwe ku li bakûrê Sûriyê bê avakirin. Îstîqrara mayînde ya li herêmê wê di pêvajoyekî ku îrada xelkê temsîl bikin de derbas bibe. Ev jî di biryara konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî jimare 2254 de heye. Wezîrê me yê karên derve aşkera gotiye ku heya pêşdeçûneka ji dil nebe, em destekê nadin normalîzebûna têkiliyan yên bi rejîma Esed re.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin