PeyamaKurd – Konsolosê Amerîka yê Hewlêrê Robert Palladino, di civîneke rojnamevanî de ragihand ku ew dê ji bo rola ciwanan di geşepêdana aborî de zêde bibe, alîkariyên bo ciwanên Kurd berdewam bikin.
Palladino, da zanîn ku ew ji bo ku Herêma Kurdistanê bibe navenda şertên baş ên jiyanê xebatên xwe ligel Hikûmeta Kurdistanê didomînin û bal kişand ser rola ciwanan di geşepêdana aborî de.
Konsolosê Amerîkî got, “Em ê alîkariya bo ciwanên Kurd ên hizrên wan ên derbarê bazirganî û aboriyê de hene û dixwazin karên xwe bipêştir bixin, berdewam bikin. Amerîka pê serbilinde ku ji bo pêşxistina kerta taybet li Herêma Kurdistanê derfeta kar bo ciwanan dabîn dike.”
Palladino destnîşan kir ku ew ji bo başkirina şertên jiyanê li Kurdistanê alîkariyên xwe didomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin