PeyamaKurd – Peykersazê peykerê Selahedînê Eyûbî li Şamê çêkiribû, do Înê di 81 saliya xwe de koça dawî kir.
Peykersaz Ebdellah El-Seyid, di sala 1941an de li bajarê Misyaf a ser bi parêzgeha Hema ya Sûriyê ji dayik bû. Di sala 1971an ji Kolêja Hunerên Ciwan a Şamê derçû, sala 1980an bawernameya profesoriyê di beşa Hunerên Ciwan de li Parîsê bi dest xist.
Ebdellah El-Seyid herwiha di sala 1992an de peykerê Fermandarê Kurd Selahedînê Eyûbî li pêşiya Keleha Şamê çêkir û ew peyker bûye wek semboleke bajarê Şamê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin