PeyamaKurd – Balyozê Qeterê yê Iraqê Sultan Mubarak Al Kubaisi, îro 26ê Sibatê li ser wefata xwişka Serok Mesûd Barzanî Zekiye Mele Mistefa Barzanî, li Selahaddîn serdana Serok Barzanî kir.
Balyozê Qeterê, di hevdîtinê de peyama serxweşiyê ya Mîrê Qeterê Şêx Temim bin Hamad Al Sani û Serokwezîr Şêx Muhammed bin Abdulrahman Al Sani gihand Serok Barzanî.
Baregeha Serok Barzanî li ser hevdîtinê da xuyakirin ku rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên dualî jî hatine gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin