Serokê Amerîkayê bi Netanyahu re axivî

Serokê Amerîkayê bi Netanyahu re axivî

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden tekezî li ser piştevaniya xwe bo Îsraîlê di rizgarkirina rehîneyan de kir, lê tekez kir ku pêwîst e sivîlên li navçeyên nakok li Xezzeyê mane ji endamên Hamasê bên cudakirin û sivîl bên parastin.

Biden ku tê sûcdarkirin li hember êrîşên Îsraîlê yên li Xezzeyê bêdeng maye, di pêwendiya telefonî ya xwe de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re rewşa dawî ya Xezzeyê nirxand.

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Biden tekezî li ser piştgiriya xwe ya bêçare ya ji bo Îsraîlê kir û diyar kir, ew ji ber rewşa rehîneyên li Xezzeyê bi fikar in. Biden da zanîn, divê destûr ji Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî re bê dayîn da ku dîlên navborî ji destê Hamasê rizgar bike, Biden jî Hamas ji têkçûna pevguhertina rehîneyan berpirsyar dît.

Ji aliyê din ve Biden destnîşan kir, parastina sivîlên ku li Xezzeyê li herêmên pevçûnan dimînin pêwîstiyek e û girîng e ku mirov sivîl û endamên Hamasê ji hev cuda bikin.

Biden diyar kir, divê zêdetir alîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê bên şandin, Biden pêşwazî li biryara Îsraîlê ya ji bo dabînkirina sotemeniya zêdetir bo herêmê kir.

Herwiha Biden got, ew ji ber zêdebûna tundiya li Şerîeya Rojava ya li dijî Filistîniyan bi fikar in û divê li herêmê îstîqrar bê temînkirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin