Li Kurdistanê sibe bêhnvedana fermî ye

Li Kurdistanê sibe bêhnvedana fermî ye

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî ragihand ku roja yekşemê li Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.

Sefin Dizeyî diyar kir: “Em ji welatiyên xoşewîst ên Herêma Kurdistanê radigihînin ku roja yekşemê 13-05-2018 li hemû sazî û dezgehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.”

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku îro şemiyê 12-05-2018 li Iraq û Herêma Kurdistanê proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê birêve diçe.

Herwiha Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ji bi daxuyaniyekê ragihand: “Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja yekşemê 13-05-2018 kire betlane.”

Roja şemiyê 12-05-2018 di saet 07:00an de proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê li hemû parêzgehên Iraq û Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye û komîsyon jî ragihandiye ku dengdan di saet 18:00an de bi dawî dibe û bi ti awayî dema dengdanê nayê dirêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin