DAISê bo Kerkûkê gef xwar: Em ê cardin vegerin

DAISê bo Kerkûkê gef xwar: Em ê cardin vegerin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêxistina terorê DAIŞê, li navçeya Hewîce ser bi Kerkûkê muxtarên du gundan kuştin û bi gefan tirs û xof avêtin nav dilê gelê herêmê, ku ew dê cardin vegerin. Ji Hewîcê di nava 4 rojên dawî de 54 malbatan barkiriye.

Li gor agahiyan DAIŞa rêxistina terorê şeva berê li navçeya Hewîce ser bi Kerkûkê êrîş bir ser du gundan û muxtarên herdu gundan kuştin. Rêxistina terorê tirs û xofê dixe dilê gelê herêmê û gefan dixwe ku ew dê cardin vegerin.

Ji ber gefên DAIŞê di nava 4 rojên dawî de 54 malbatên xelkê herêmê barkirine û li kampên Tîkrîtê bicih bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin