PeyamaKurd – Bi sedema deriyê Sêro (Esendere) ji aliyê Îranê de berê hatibû girtin, îro ji nûh de hat vekirin. Deriyê Sêro bi sedema pandemiyê hatibû girtin lê ji 17 ê gulanê de Tirkiye îznê dida da çûnûhat çêbibe. Aliyê Îranê jî îro wê îznê da.
Îro otobusên ku ji Îranê hatin derbasî aliyê Tirkiyê bûn û testên wan yên Kovid-19 ê hatin kirin.
Deriyê Sêro di navbera devera Hekkariyê, Wanê, Şirnexê û navçeyên wan de rêya herî kurte ku mirov karibin tê de derbasî Îranê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin