PeyamaKurd - Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre piştî civîna îro ya ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derket pêş medyayê.
Seidî Ehmed Pîre di civîna rojnamevanî de, ragihand ku piştî guftûgoyên şanda bilind a PDK û YNKê li ser pêngavên kirdarî bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê wan li hev kiriye.
Pîre got, “Me lihev kir ku di rojên bê de komîta nivîsandina projeyên siyasî dest bi kar bike û heta navîna hefteya dahatî projeya siyasî û karê hevbeş amade bikin û her du polîtburo rêkeftinê bikin.”
Berdevkê YNKê diyar kir, “Ew reşnivîsa siyasî jî diyarkirina çarçoveya karê bi hev re ya YNK û PDKê di çarçova hikûmeta Herêma Kurdistanê de û pênaseya rastî ya hevbeşiyê dike û di warên aborî, bazirganî, darayî, petrol û vîze, bergîrî, Pêşmerge û awayê tevgera wan de ye. Ew reng dide li ser ewlehî û hikûmraniyê ji Zaxo û heta Xaneqînê. Herwiha reng dide li ser pêwendiyên dîplomasî û navdewletî.”
Pîre di berdewamê de ragihand ku di civînê de biryar hatiye dayîn ku roja 18ê Sibatê Parlemantoya Kurdistanê bicive û herwiha di heman rojê de jî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dicive.
Berdevkê YNKê herwiha da xuyakirin, PDK û YNK hewl didin pirsgirêkên ligel Bexdayê jî bên çareserkirin û parêzgarek ji bo Kerkûkê bê diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin