PeyamaKurd - Serokkomarê berê yê dewleta Gîne Moussa Dadis ji zîndanê reviya. Dadis, di sala 2009an de ku êrîşê ser stadyûma Gineyê kiribûn û tê de157 kes hatibûn kuştin, weka plandanerê bûyerê dihat tewankirin û di sala di sala 2022an de hatibû zîndanîkirin.
Serokkomarê berê yê Gîne Moussa Dadis Camara, di encama kesên çekdar avêtin ser zîndanê, ji zîndanê reviya. Revandina serokkomarê berê ji terefê wezîrê dadê yê Gîne Charles Alphonse de hat kirin. Wezîr weha got:
“Ji kolanên payîtextê ji Conakryê ber detê sibê dengê çekan hat. Kesên çekdar êrîş kirin ser zîndana Coronthie. Serokomarê berê û plankerê êrîşa ser stadyûmê ku 157 kes tê de hatin kuştin, Moussa Dadis Camara ji zîndanê reviyaye. Bi serokkomarê berê re hemkarên sûcên wî Claude Pivi û Blaise Goumou jî reviyane. Wê hesabê reva xwe bidin. Me sînorên welat jî ji derve re girtiye.”
Camara di sala 2008an de, bi derba leşkerî hatibû ser desthilatê û gelek kesên layangirên demokrasiyê kuştibû û gelekan xistibû zîndanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin