PeyamaKurd- Wezareta Bergiriyê ya Ûkraynayê ragihand ku wê di meha sibatê de bi balafirên fuzeyan davêjin, nêzî Kırımê tatbîqatê bike. Nivîsîngeha wezaretê weha got:
“Di sala 2019an de wê 4 tatbîqat bên kirin. Ya ewilî di meha sibatê de, nêzî Kırımê, di herêma Hersonê de, wê polîgona Yagorlik de, wê bi fuzeyan weka ceribandin çêbibe. Navê sîstema parastinê ya tatbîqatê Buk-M1, ZRS S-125, S-300P/PO/B1 e.
Di mijarê de peyamek ji serokê yekîneyên roketavêjan ji Yuriy Stavskiy hat belavkirin. Di peyamê de Stavskiy weha ragihand:
“Em ê hemû bala xwe bidin ser tatbîqatê. Tatbîqatên ku em ê îsal bikin, ji yên sala borî firehtirin. Em li vê derê behsa Buk-M1 û S-300P yan dikin. Em bi şerekî re rû bi rû ne. Ji xwe armanca me jî ev e.”
Neteweyên Hevgirtî jî beyan kir ku wê alîkariya dewleta Ûkraynayê bike. Alîkarî wê di çarçoveya projeyan de bêkirin. Bi tevahî behsa 14 mîlyon û 45 hezar dolar pere dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin