PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Balikesîrê, nivîskar û wergêra Kurd Fexriya Adsay, îro roja Şemiyê di 31.10.2020an de, li mala xwe ya Diyarbekirê hat desteserkirin.
Îro roja Şemiyê di 31.10.2020an de, nivîskar û wergêra Kurd Fexriya Adsay, li mala xwe ya Diyarbekirê hat desteserkirin. Li gor parêzerê wê, ji lêpirsîneke Serdozgeriya Balikesîrê hatiye desteserkirin û wê bo îfadedayînê bo Balikesirê were veguhestin.
Herwiha Îbrahim Guçlu diyar kir, heta niha ew nizanin bê ji ber kîjan tohmetan lêpirsîn di derbarê Fexriya Adsay de hatine vekirin û ew ê bo azadkirina Fexriya Adsayê her rêya yasayî bigirine ber.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin