PeyamaKurd – Kabîneya nû ya Pakistanê bi seroktiya Şahbaz Şerîf ku ji 19 wezîran pêk tê piştî merasîma sondxwarinê dest bi kar kir.
Di merasîma îro 11ê Adarê li Nivîsgeha Serokomariyê ya Îslamabadê hate kirin de, Serokomarê Pakistanê Elî Zerdarî, Şahbaz Şerîf û 19 werîzên hikûmetê bo rêveberiya welat erkdar kirin.
Hêjayî gotinê ye, di hilbijartinên 8ê Sibatê de, Partiya Tevgera Edaletê ya Pakistanê ku di bin seroktiya serokwezîrê berê Îmran Xan de bûbû yekemîn û partiya PML-N ya Navaz Şerîf jî bûbû duyemîn. 3yê Adarê PML-N Şahbaz Şerîf bo avakirina kabîneyê erkdar kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin