PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Misirê, hikumeta nû ragihand ku tê de wezîrên berevaniyê, derve, darayî, petrol û elektrîkê hatine guhertin.
Endamên hikumeta nû li hizûra serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî, serokwezîr Dr.Mistefa El Medbûlî sond xwarin û dest bi kar kirin.
Di hikûmeta nû ya Serokwezîr Mistefa Medbûlî de, Bedir Ebid El Atî wek wezîrê derve û koçberiyê hate erkdarkirin.
Di hikûmeta nû de 19 jin jî cî digirin ku 4 wezîr, 5 cîgirên wezîran û 9 alîkarên qaymmeqaman e.
Hate zanîn ku di hikumeta nû de bi giştî 20 wezîr hatin guhertin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin