PeyamaKurd – Rûsya herî dawiyê li bajarê Ûkraynayê yê ku lîmana devê deryayê ye, bi fuzeyan lê dixe. Wezareta rewşa lezgîn ya Ûkraynayê dîmenekî êrîşê weşand û weha got:
“Piştî êrîşên bi roketan şewata ku derket hat kontrolkirin. Li gor agahiya ku îro siet di 14.29 an de hat, di encama êrîşa roketan de agir pêketiye û têmên îtfaiyê karibûn di 15.27 an de agirê ku di seha 900 m2 yan de belav bûbû vemirîne. Bi 12 alavên teknîk û 61 xebatkaran ve mudaxeleyê agir kirin.”
Seroka çapemeniya koordinasyona hêzên hevpar yên başûrê Ûkraynayê Natalia Humeniuk piştî êrîşê ji bo çapemeniyê weha got:
“Bi 6 roketan li Odessayê xistin.4 rokel li sehayên sîvîl û fabrîkan ketin û di encamê de şewat derket. 2 roket li balafirgehê ketin. Li ciyê bûyerê tîmên rizgarkirinê dixebitin. Jimara kuştî û birîndaran hêj zelal nîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin