Rêveberê YNKê: Hêvîdar im berî hilbijartinan YNK kongreya xwe pêk bîne

Rêveberê YNKê: Hêvîdar im berî hilbijartinan YNK kongreya xwe pêk bîne

PeyamaKurd - Endamê rêveberiya YNKê hêviyên xwe anîn ziman û got, hêvîdar im berî hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê YNK bikare kongreya xwe ya çaremîn li dar bixe.

Endamê rêveberiya Yekîtiya Niştimaiya Kurdistanê (YNK) Mihemed Wetman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hêvîdari m YNK berî helbijartinên encûmena parêzgehan, kongreya xwe bike û rewşa xwe zelal bike. Herçend kongre ne mûcîze ye bo hertiştî zelal bike jî, lê bername û çend rêyekî dê bo salên pêş xwe dayne.’’

Herwaha got, hîn ti demek bo civîna rêveberiya YNKê nehatiye diyar kirin û diyar kirina dema civînê jî girêdayî biryara Kosret Resûl û polîtburoya YNKê ve ye. Kengî biryarê bidin dê wê demê civîna rêveberiyê bê kirin.

Berî naha jî bi du nameyan ve berpirsê komîteya rêxistina derve ya YNKê Şanaz Îbrahîm Ehmed bi tundî daxwaz ji Kosret Resûl kiribû, dema kongreya çarem a YNKê ragehîne, piştre ji aliyê çapemenî û berpirsên nêzîkî Kosret Resûl ve hat aşkera kirin ku Şanaz Îbrahîm dixwaze bibe endama rêveberiyê û ji ber wê wan daxwaza dike.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin