HSD li dijî ISîDê amadekariyên operasyonê dike!

HSD li dijî ISîDê amadekariyên operasyonê dike!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amadekariyan dike ku li Dêra Zorê li dijî IŞÎDê operasyonê bike.

Li gorî çavkaniyên herêmî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên ku ji aliyê koalîsyona navnetewî ve tên destekirin, ji bo ku li herêma Hecîn, Şef’e û Susê operasyonekê li dijî IŞÎDê bike amadekariyên xwe dike.

Bi vê operasyonê HSD dixwaze ku IŞÎDê bi tevahî ji herêmê derbixe.

Hat ragihandin ku biryara operasyonê, piştî ku IŞÎDê gundên Teyyanê û Bîr el-Mîlh dagir kirin, derket.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin