Êrîsa Hewlêrê | Rayedarê Tirk: Yek ji kustiyan karmendê konsûlxanê ye

Êrîsa Hewlêrê | Rayedarê Tirk: Yek ji kustiyan karmendê konsûlxanê ye

PeyamaKurd - Rayedarekî Tirk ji wezareta derve derbarê êrîşa restoranê ya li Hewlêrê ragihand ku du kesan di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye û yek ji wan karmendê konsûlxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê ye.

Rayedarê wezaretê diyar kiriye ku nasnameya kesê duyem ê di êrîşê de can daye, hîn nehatiye teyîtkirin. Herwiha heman rayedarî daye xuyakirin ku kesekî din jî bi xedarî birîndar bûye û ew jî rakirine nexweşxaneyê.

Heman çavkaniyê ji BBCyê re ragihandiye, hîn ti agahiyek derbarê nasnameya êrîşkaran de ji wan re nehatiye.

Herwiha hat ragihandin ku dema êrîşê balyozê Tirkiyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay ne li cihê bûyerê bûye û rewşa tenduristiya wî baş e.

DIJE TERORA KURDISTANÊ: CÎGIRÊ KONSÛLÊ TIRKIYÊ HATIYE KUŞTIN

Li aliyê din Dije Teror a Kurdistanê li ser tora civakî ragehand, îro 17.07.2019ê bûyerekî gule berdanê li restaurantekî bajarê Hewlêrê pêkhat û kuştî û birîndar hene û yek ji kesên hatiye kuştin jî cîgirê konsolê giştî yê Tirkiyê li herêma Kurdistanê ye.

Êrîş bi ser restorana Empire Business Towers a bi navê Huqqabazê hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin