PeyamaKurd-Wezareta Karên Derve ya Qeterê, li ser kuştina peyamnêra Kenala Aljazeerayê, Îsraîl tawanbar kir. Wezaretê bûyer wekî “Terora Îsraîlê ya ku di bin parastina dewletê de pêk hatiye.” pênase kir.
Li ser kuştina peyamnêra kenala televîzyonê ya Aljazeerayê Şîrîn Abû Aqileh ku li Filîstînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin, ji Qeterê bertek hat nîşandan. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Qeterê Lulu el-Xatir, bi rêya peyamekê bûyer şermezar kir. Xatir, di peyama xwe de got ku “Divê piştgiriya bê şert û merc a ji bo Îsraîlê were rawestandin.”
Lulu el-Xatir, di dewama peyama xwe de got, “Şîrîn Ebû Aqileh, li Kampa Cenîn a Penaberan, ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatiye kuştin. Ev tawan, li Îsraîlê bi terora dewletê hatiye kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin