PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi sedema ku Yekîtiya Awrûpayê li ser babeta muxalifê Rûs ku li Rûsyayê jehrê dabûne Alexei Navalny, Rûsyayê bi dorpêçan tehdîd dike, bersiva YA yê da. Lavrov bersiva Yekîtiya Awrûpayê di klûba niqaşê ya Rûsyayê de da û weha got:
“Li Rojava kesên berpirsên siyaseta dervene fam nakin ku divê têkiliyên wan bi Rûsya re li ser rêzgirtinê be. Ez dibêjim divê em bo wextekî têkiliyên xwe ji wan bibirin. Ji ber seroka Komîsyona Awrûpayê Ursula von der Leyen dibêje bi sedema rêvebiriya heyî ya Rûsya re hevkariya jeopolitik nayê kirin. Eger naxwazin hevkariyê bikin em ê diyaloga xwe bi dawî bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin