PeyamaKurd - Çîmen Murad yek ji wan helbestvanan e ku di helbestên xwe de, bi wêrekî hêstên jinan di warê erotîzmê de tîne ziman.
Mînakên wekî Çîmen Murad ku wek jineke ji civaka kurdan bi wêrekî hestên jinê di qada erotîzmê de tîne ziman pir kêm in, heta em dikarin bêjin ku bi qasî hejmara tiliyan jî tune ne. Lê belê Murad di vê qada edebî ya beyar maye de, hewlên xwe her didomîne û vê wêrekiyê dide jinên din ên Kurd jî.
Çîmen Murad li ser jiyan û helbestvaniya xwe bersiva pirsên Peyamakurd da.
Çîmen xanim ji kerema xwe dikarî hinek qala helbestvanîya xwe bikî, ew çend sal e tu helbestan dinivîsînî û te çawa dest bi nivîsandinê kir?
Ji zaroktîya xwe ve gelek keyfa min bi pirtûka dihat, helbet pirtûkên min dixwendin bi zimanê almanî bûm, lê her hal ez bi xwendina çîroka di cîhanekî taybet de, di cîhana xeyala zaroka de dijîyam.
Ewê tiştê hêla ko agirek di dilê min de gur bibê û min di dest bi nivîsîna helbestên bi zimanê almanî kir. Lê nivîsîna bi zimanê almanî tîhna min neşikand heta min sala 2007'an dest bi fêrbûna xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kir.
Ji sala 2011'an ve min berê xwe da nivîsa helbestên kurdî. Û di destpêka sala 2013'ê pirtûka min ya yekem bi navê "Digeriyam" li weşanxana Ar hate çapkirin û helbet nivîsîn her berdewame û demek ne dûr de ger xwedê hez bikê ezê du pirtûkên ber dest bidim weşanxanê.
Tu herî zêde li ser çi mijarê dinivîsînî?
Ez hewl didim herî zêde li ser daxwaza jinê ango di xeyala erotîk de binivîsim. Bi dîtina min di vî warî de kêmasîyek mezin di derbarê daxwaz û xeyala jinê de heye. Helbet di kultura me de ango di kilam û helbestên kevn de gelek cara erotikê cihê xwe girtî ye, lê mixabin her bi dîtina çav û hestên mêra. Ji ber hinde jî ez dixwazim di warê erotîkê de bi hestên mê, anko hestên jinê helbesta bihonim.
Wekî cenabê te jî anî ziman hîn helbestê te de bêhna erotîzmê tê; gelo bertekên xwendewanên li ser vê mijarê çawa ye?
Çi bibêjim, bi rastî ez di wê baweriye de me ko hê jî gelek dem pê divê heta civaka me hiş û fikrê xwe ji bo helbesta erotîk vekê, lê helbet nifşê nû çêtir berê xwe didê helbesta bi hestê erotîk û bi rastî jî ez keyfxweş im ko xwendevanên vî rengê helbestê hene.
Zilamê te pêşmerge ye karê wî li ser jîyana we çawa bandor dike?
Bê goman karê wî bandorekî mezin li ser jîyana me dikê, lê ez dikarim bibêjim bandorek posîtîv e. Tu carî karê wî ji bo min yan helbestê min nebûye rêgir. Ew jî ji wê tê ko çawa wî bawerî bi karê xwe heye ko ji bo welat û miletê xwe dikê herwisa min jî ew bawerî heye ko ez jî her ji bo welat û miletê xwe dikim. Yanî li vir em herdû piştevaniya hev dikin û em jîyana xwe ya taybet dûrê kar û xebata xwe dikin. Ez dikarim bibêjim me jîyana hevjînî û jîyanek hevalî heye.
Tu rewşa jina kurd di warê nivîskarîyê de çawa dibînî?
Ez dikarim bêjim roj bo rojê rewşa jina Kurd di warê nivîskarîye de baştir dibê. Ew jî ji ber wê ye ko jina kurd şîyar bû ye û helbet em di serdemekî de ne ko mirov dikarê bibêjê ‘serdemê guherînê’ ye. Jin êdî nema tenê dayik in, xuşk in, xanimê mala xwe ne, na jin bûne sembol, bûne afrîner, bûne serpereşt...anko bûne JIN. Helbet hê jî hinek astengî hene, lê bi dîtina min rewşa jina kurd di warê nivîskarîye de ber bi başîyê ve diçê.
Di nav helbestvanên kurd de herî zêde helbestên kîjan helbestvanê diecêbînî?
Ez mirîda Cegerxwîn im. Helbet min keyf bi gelek helbestvana tê û her wisa min rêz ji bo hemû helbestvana heye lê bi rastî ez di helbestên Cegerxwîn de winda dibim.
Ji boy ku te wextê xwe ji me re terxand em spasîya te dikin.
Ez ji dil û can spasîya we dikim û serkevtinê ji bo we û kar û xebata we dixwazim.
Rêz û silavên bê sînor…
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin