Rojhat Amedî banga Ocalan nirxand: Çekdanîn nayê wateya teslîmbûnê

Rojhat Amedî banga Ocalan nirxand: Çekdanîn nayê wateya teslîmbûnê

PeyamaKurd – Siyasetmedar û şîrovekarê siyasî Rojhat Amedî, di bultena Kurdistan24ê de, banga Abdullah Ocalan a hilweşandin û çekdanîna PKKê bi berfirehî nirxand.

Berpirsiyarî li ser milê Enqere û PKKê ye

Amedî got ku banga danîna çekan êrênî ye û ji bo wergirtina mafên Kurdan li Bakurê Kurdistanê pêwîstiya şerê çekdarî nîne, lê hin faktorên rêgir hene ku dê ji pêvajoya çekdanînê re bibin asteng û diyar kir, berpirsiyariya herî mezin niha li ser milê Enqere û PKKê ye.

Amedî got, “Sala 2013an jî pêvajoyek hatibû destpêkirin ku aktorên wê ango Abdullah Ocalan, PKK, Erdogan û AK Partî ji niha bihêztir bûn. Herdu aliyan jî dixwest proseya aştiyê bi ser bikeve, lê ji ber hebûna hin faktorên derveyî bi ser neket. Faktora sereke jî ew bû ku di salên 2014-15an de, li Rojavayê Kurdistanê îşaretên statuyekê derketin holê ku vê yekê jî sînorê tehemula Tirkiyê derbas kir û Tirkiye neçar bû pêvajoyê bide rawestandin. Helbet hinek faktorên din jî hebûn, ji PKKê re dihat gotin nabe hûn teslîm bibin.”

Çekdanîn nayê wateya teslîmbûnê

Li ser bangewaziya 27ê Sibata 2025an a Abdullah Ocalan jî Amedî diyar kir, “Qonaxa niha dest pê kiriye saleke amadekariya wê dihat kirin. Ji aliyê Tirkiyê ve ji Ocalan hatibû xwestin bang li rêxistina xwe bike daku çekan deyne. Di heman demê de gelê Kurd tevî hemû aliyên xwe yên siyasî û rewşenbîrî jî dixwest pirsa Kurd bi rêyên diyalogê were çareserkirin. Ez bixwe jî dixwazim. Danîna çekan nayê maneya teslîmbûnê.”

Pêvajo ne ji aliyê Tirkiye û PKKê ve hatiye destpêkirin

Amedî da zanîn: “Tê gotin ku ev qonax ji aliyê Tirkiye û PKKê ve hatiye destpêkirin. Lê bi ya min ev ne ji aliyê wan ve hatiye destpêkirin, lewra li Rojhilata Navîn sed salin gelek kêşe hene û çareser nebûne. Ev kêşe bûne sedema xwînrijandinê û şer. Di encamê de jî bi milyonan kes penaber bûne û îro bûne bela serê Ewropayê. Herwiha berpirsiyariya bi milyonan penaberên li welatên wekî Tirkiyê dijî Ewropayê girtiye ser xwe. Ewropa dixwaze ev kêşe çareser bibe. Ji Tirkiyê re jî ji PKKê re jî hatiye gotin. Ji wan re gotine, heger hûn çareser nekin em ê çareser bikin. Tiştên ku îro li Sûriyê çêdibin jî ev e. Ji ber ku faktorên navxweyî nikarin pirsgirêkên Sûriyê çareser bikin.”

Tirkiye ji siyaseta şaş a Sûriyê vegere wê pêvajo bi ser bikeve

Amedî destnîşan kir ku hemû alî pêşwazîyê li danîna çekan dikin, lê hinek faktorên rêgir hene wê ji serketina proseyê re bibin asteng, lê heger Tirkiye bixwaze bi taybet jî li Sûriyê ji siyaseta şaş vegere, dê ev pêvajo bi ser bikeve.

Herwiha Amedî da zanîn ku heke Tirkiye siyaseteke birayane ligel gelê Kurd bi giştî bimeşîne, pirsa Kurd li Sûriyê, Tirkiyê, Îranê û Başûr jî çareser dibe.

PKK çekan deyne wê Tirkiye jî hin gavan bavêje

Siyasetmedar Amedî bal kişand ser ku hem li Tirkiyê hem jî ji nav PKKê û aliyên derveyî yên yên naxwazin proseya çekdanînê bi ser bikeve wê hebin, lê heke PKK xwe fesih bike û çekan deyne, wê hin gavên pozîtîf ji aliyê dewleta Tirkiyê ve jî bêne avêtin.

Dawiyê jî Amedî, faktorên ku dibin rêgir ji serketina pêvajoyê re bi bîr xistin û got, ew ji serketina vê pêvajoyê zêde ne bi hêvî ye.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.