PeyamaKurd – Di demekê de ku çekdarên Ehmed Şera (HTŞ) êrîşên xwe yên li ser Dêr Hafir û herêmên derdorê yên Helebê zêde kirine, karwanekî leşkerî yê Amerîkayê li herêmê hate dîtin.
Li gorî zanyariyên ji Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), karwanê Amerîkî yê ji wesayîtên zirxî pêk tê, ji baregeha Reqayê derketiye û ber bi rojavayê Çemê Firatê ve çûye.
Ev tevgera Amerîkayê piştî daxuyaniya tund a Senator Lindsey Graham hat.
Graham hişyarî da komên çekdar ên li Şamê û diyar kir ku her zextek li ser HSDê, ewlehiya 9,000 girtiyên DAIŞê dixe xeteriyê.
Senator Graham destnîşan kir ku Washington dê li hemberî vê "hevbendiya fikarbar" bêdeng nemîne. Hêzên Ehmed Şera sê roj berê herêm wekî "qedexekirî" ragihandibûn û ji wê demê ve taxên sivîlan bi dijwarî bombebaran dikin.