PeyamaKurd – Bi barîna berfa zêde re aşîtên berfê jî bûne talûka bo jiyana xelkê. Li ser rêya Hakkarî û navça Çelê (Çukurca) aşîtê berfê ket nava rê û rê bo çûnûhatê hat girtin.
Aşît di km ya 30an de ket nava rê. Rayedar ragihandin ku talûka aşît hêjî dewam dike û xelkê devere hişyar kirin. Bo paqijkirina rê ji aşîta berfê tîmên rêyên bejayiyê (TCK) xebata xwe dewam dikin.