PeyamaKurd – Berdevkê çapemeniyê yê Hêzên Sûriya Demokratîk Ferhad Şamî di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku ew di dewriya leşkerî ya CENTCOMê û hêzên Sûriyê de tinebûn.
Êrîş li Tedmurê çêbûbû û di êrîşê de yekî DEAŞê kemîn danabû, di êrîşê de 2 leşkerên Amerîka, tercumanekî wan hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Şamî di ser hesabê xwe yê Xê de weha got:
“Hêzên Sûriya Demokratîk li devera Palmire-Tedmur qet neketiye nav konwoya dewriyê. Eger em bi koalisyona navdewletî re peyman girêdin, em amadene li van deveran IŞİDê bişopînin û wan têkbibin.”