PeyamaKurd – Bi sedema deynê pere, kesê bi navê H.A.(33), bi hevalê xwe yê bi navê Ergün Gündüz re di nav otomobîlê de munaqeşe kir û bi demançê ew kuşt. Piştî kuştinê H.A. xistin bin çav û ew girtin.
H.A. tamîra otomobîlan dike. Bûyer bajarê Dîlokê (Entab) li taxa Savcılı li dora nîvro qewimî. Kesên dîtin kesekî di nav xwînê de di nav otomobîlê de ye, xeberê dan navenda 112an, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Dîtin ku cesed yê Ergün Gündüz e û cenazê wî birin morga nexweşxanê bo otopsiyê. Piştî otopsiyê cenaze teslîmî malbata wî kirin.
Beşa cînayetê ya rêvebiriya asayîşa bajarê Dîlokê, îfadên H.A. girtin, ew birin dadgehê û ji dadgehê şandin zîndanê.