Bîlançoya roja 5an a grev û protestoyan: Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 29 kes hatin girtin
Dîroka Weşanê :
PeyamaKurd – Doh, (01.01.20206) di roja pêncemîn a grev û protestoyên berfireh de, çekdarên rejîma Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û deverên cuda yên welat pêleke nû ya girtinan dan destpêkirin. Li gorî zanyariyan, di nava 24 saetên borî de herî kêm 29 çalakvan, jin û zarok hatine binçavkirin.
Li gorî bîlançoya ku gihîştiye ber destê navendên mafên mirovan, hûrgiliyên girtinên roja 5an bi vî rengî ne:
Li Delûran Pêleke Berfireh: Li bajarê Delûran yê Îlama Rojhilatê Kurdistanê, di roja 5an a çalakiyan de herî kêm 10 Kurdistanî hatin girtin.
Li Tehranê 6 Jin Hatin Girtin: Di xwepêşandanên Tehranê de 6 jinên çalakvan ên bi navên Nîgar Qenberî, Helena Rostemî, Elnaz Karî, Masûme Nûrî, Fatime Haşempûr û Ayda (paşnavê wê ne diyar e) hatin binçavkirin û ber bi cihên nediyar ve hatin veguhastin.
Zarok û Ciwan bûn Armanc: Li bajarên Îze û Bax Malekê 6 kes hatin girtin. Di nav van girtiyan de du zarokên 16 salî yên bi navên Hissam Mihemedî û Şapûr Alborzî jî hene.
Girtinên li Bajarên Din: Li bajarê Dareşar 3 welatî (Bîjan Kerîmiyan, Mihemed Hesenvand û Selman Asl Marz), li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê çalakvan Selman Mîrzayî, li Yasûcê Raziya Xeş, li Sebzewarê Matîn Kuşkbax û li Esferaynê Elî Qewîdel hatin girtin.
Tê ragihandin ku piraniya van girtinan di dema serdegirtina malan û bi awayê "revandinê" pêk hatine. Malbatên girtiyan di fikarê de ne, ji ber ku heta niha derbarê cih û rewşa tenduristiya wan de tu agahî ji aliyê saziyên rejîmê ve nehatine dayîn.