PeyamaKurd- Hate ragihandin ku cezayê darvekirinê yê li ser çalakvana Kurd a siyasî Werîşe Muradî, hatibû dayîn hatiye betalkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihandiye ku Şaxa 9emîn a Dadgeha Bilind bi sedema lêkolînên netemam cezayê darvekirinê yê Muradî betal kiriye. Doz ji bo ji nû ve nirxandinê ji Şaxa 15emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê re hatiye şandin.
Parêzerê Mûradî, Mostafa Nîlî, li ser hesabê xwe yê Xê nivîsand ku Dadgeha Bilind ji ber xeletiyên prosedurî îtîraz qebûl kiriye û diyar kir, biryar ji ber lêpirsînên netemam û ji ber ku Muradî bi rêkûpêk li ser tawanbariyên bêbingeh nehatiye agahdarkirin, hatiye betalkirin. Doz ji bo vekolîna zêdetir ji Şaxa 15an re hatiye şandin.
Werîşe Mûradî li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê endama Komeleya Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR) ye û niha girtîgeha Evînê ya Tehranê tê girtin.