PeyamaKurd – Li herêma sînorî ya Sewlawayê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd ê bi navê Bextiyar Rozbe di encama gulebarana rasterast a çekdarên rejîma Komara Îslamî ya Îranê de bi giranî birîndar bû.
Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafên Mirov a Hengawê, bûyer roja Şemiyê, 20ê Kanûna Pêşîn a 2025an, li bilindahiyên "Tate" yên herêma Sewlawayê pêk hatiye. Çekdarên rejîma Îranê li ser sînor rasterast gule li kolberê bi navê Bextiyar Rozbe reşandine.
Bextiyar Rozbeyê ku xelkê gundê Tosuranê bajarê Merîwanê ye, di encama vê êrîşê de bi giranî birîndar bûye. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, Rozbe ji aliyê xelkê herêmê ve ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyekê. Hat ragihandin ku ji ber giranîya birînan, metirsî li ser jiyana wî heye û heta niha agahiyeke zelal li ser rewşa wî ya dawî nehatiye bidestxistin.