Daraza Îranê li Kermansanê 2 Kurda îdam kir

Dîroka Weşanê :
Daraza Îranê li Kermansanê 2 Kurda îdam kir

Peyamakurd – Darza Îranê li bajarê Kirmaşanê 2 Kurdên bi navên Yahya Miri û Salar Rezai îdam kir.

Îdam di zîndana Dizelabadê de hat kirin. Hat ragihand ku her dû kesên navborî ji aliyê daraza Îranê bi biryara îdamê hatibûn cezakirin. Sedem jî bo ‘bi plankirin mirov kuştine’ hat nîşandan.

Li gor ragihandina Hengawê; îdama wan di 6ê mehê de serê siba roja Şemiyê, li Kermanşanê, di zîndana navenda bajêr de Mirin û Rezaî (27) îdam kirine.