PeyamaKurd- Bi navê Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, bi sedema dirûşmên nijadperestî û sivikatiya li hember siyasetmedara Kurd Leyla Zana ji aliyê alîgirên tîmên Bursaspor û Enqereyê ve, giliyê yasayî li Serdozgeriya Enqereyê hate kirin.
Di gilînamayê de, daxwaza lêpirsînê ji bo dirûşmên nijadperestî yên di trîbunên Bursaspor, Ankaragucu, Samsunspor, Goztepe û Rizesporê de li dijî Leyla Zana hatibûn, hate kirin.
DEM Partî daxwaza sizadana alîgiran, rêveberên tîman, hakeman û heta nûnerên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) kir; ji ber ku li hember van bêrêziyan bêdeng mane û erkên xwe bi cih neanîne.
Di beşeke gilînameyê de hat destnîşankirin, Leyla Zana ti pêwendiya wê bi werziş û futbolê re nîne, lê ew bi qestî hatiye armankirin û hate gotin: "Leyla Zana tenê ji ber nasnameya xwe ya Kurdî û jinbûna xwe rastî van êrîşan tê. Ev êrîş hewildaneke birêxistinkirî ne, ji bo rewakirina tundûtûjiyê û têkbirina proseya aştî û demokrasiyê ya li welat."
DEM Partiyê herwiha bi taybetî giliyê Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag kir û got, bi rêya medyaya civakî û bi karanîna markaya "Uludag Gazoz", kampanyayeke nijadperest li dijî gelê Kurd û kesayetên siyasî yên Kurd daye destpêkirin û alîgirên futbolê li dijî Kurdan sor kiriye.