Di êrîşa terorîstên El Qaîdeyê de zêdetirî 100 Kurd hatibûn şehîdkirin: 22 sal derbas bûn

Dîroka Weşanê :
Di êrîşa terorîstên El Qaîdeyê de zêdetirî 100 Kurd hatibûn şehîdkirin: 22 sal derbas bûn

PeyamaKurd- 22 sal berê rojek wekî îro 2 kesên xwekuj ên cîhadîst li binkeyên baskê 2 yê PDKê û malbenda 3 ya YNKê xwe teqandin û bi sedan kes şehîd û birîndar bûn.

Li ser vê êrîşa hovane 22 sal derbas bûn ku 1ê Sibat a 2004an li Hewlêrê rû dabû. Dema êrîşê roja yekem roja cejna Qurbanê bû û terorîstan 2 li binkeyên baskê 2 yê PDKê û malbenda 3 ya YNKê xwe teqandin û  ji ber wê jî zêdetirî 100 kes şehîd bûn û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn.

Ew bûyer li demeke ktu proseya aştiyê di navbera PDK û YNKê de ketibû meriyetê rû da û Herêma Kurdistanê ber bi qonaxa xizmetguheziyê û vejînê ve pêngav davêtin. Mebesta vê êrîşa hovane têkbirina aramî û îstiqrara Herêma Kurdistanê bû û di roja yekem a cejnê de destên xwe yên reş xistin nav xwîna welatiyên Kurdistanê.

Ev êrîşa hovane rêxistina terorîst a El-Qaîdeyê li xwe girtibû.