PeyamaKurd- Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) derbarê rêkeftina rêveberiya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de daxuyaniyek belav kir û hêvî kir rêkeftin bi şêweyekî cidî û domdar were bicihanîn.
ENKSê got ku ew rêkeftina Hikûmetê û HSDê weke gaveke pêwîstî serederiyeke berpirsane, dibînin û wekî rêxweşkirina ji bo dîyaloga siyasî ya ji bo mafên Kurdan nirxand.
ENKSê diyar kir ku divê bi vê rêkeftinê re welêt dûrî azar û girjiyên zêdetir bibe û koçber vegerên cihê xwe.
ENKSê got, "Bi armanca pêkanîna mafên netewî yên rewa û rakirina tevaya stemkariyên dîrokî û çespandina wan di destûrê de" ew vê rêkeftinê û mersûma (biryarnameya jimare 13) weke destpêkekê ji bo diyalogeke cidî di navbera Hikûmetê û nûnerên miletê Kurd de, dibînin:
ENKSê diyar kir, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî tekez kir ku garantîkirina mafên tevaya pêkhateyên Sûriyê li ser bingeha hevpariya rasteqîne, dadmendî û wekheviyê, bingeheke sereke ye ji bo parastina berjewendiya niştîmanî ya bilind û got, "Ev yek ewlehî û seqamgêriya berdewam dabîn dike û jiyan bi romet bo tevaya Sûriyan misoger dike".