PeyamaKurd – Li ser operasyonên li Sûriyê ku Şam û grûbên bi ser Tirkiyê, li hemberê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) êrîşên çekdarî pêktînin, li Bakûrê Kurdistanê çalakvanên Kurd li bajarên Wanê û Agiriyê daketin kolanan û ji ber ji parêzgehê îznê nestendibûn, hêzên asayîşê mudaxeleyê protestoyan kirin û polîs gelek kesan xist bin çav.
Tevî li Sûriyê wexta agribesê ji bo 15 rojan hat dirêjkirin jî, li her dû bajarên navborî çalaki dewam kirin. Li bajarê Agiriyê polîs mudaxele kir, çalakvanên ku bê îzin çalakiyan kirin û gelek kesan xistin bin çav.
Li bajarê Wanê jî çalakvan daketin kolanan lê polîs ji ber îzna çalakvanan nîn bû, mudaxeleyê tevgeran kir û nehişt kes bimeşe.