Hêzên Şamê bi tank û topan dest bi êrîşeke nû kir

Dîroka Weşanê :
Hêzên Şamê bi tank û topan dest bi êrîşeke nû kir

PeyamaKurd- Piştî ku Artêşa Sûriyê ya girêdayî hikûmeta veguhêz agirbesta bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê li demjimêr 18:00ê bidawî kir, êrîşên ser taxan ji nû ve dest pê kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê (Asayîş) ragihand ku komên çekdar, di van kêliyan de bi top, tang û çekên giran êrîşî Şêxmeqsudê dikin. 

Navendê da zanîn ku hêzên wan jî bi dijwarî bersiva êrîşan didin û pevçûn didomin.