Hûrgiliyên Pakêta Samê ji bo HSDyê derketin holê: Sê firqe, zimanê fermî û wezaret

Dîroka Weşanê :
Hûrgiliyên Pakêta Samê ji bo HSDyê derketin holê: Sê firqe, zimanê fermî û wezaret

PeyamaKurd – Danûstandinên di navbera Hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, ku bi navbeynkariya Amerîkayê dimeşin, ketine qonaxeke nû. Hûrguliyên "Pakêta Entegrasyonê" ya ku Şamê pêşkêşî HSDyê kiriye, ketin destê çapemeniyê.

Li gorî zanyariyan, di pakêtê de ji statuya zimanê Kurdî bigire heta tevliûna artêşê û dayîna wezaretan, gelek xalên stratejîk cih digirin.

Naveroka Pakêta hatiye pêşniyarkirin

Li gorî agahiyên ku Rêvebirê Bernameya Sûriyeyê yê Enstîtuya Rojhilata Navîn Charles Lister par ve kirine, xalên sereke yên li ser maseyê ev in:

  1. Leşkerî: Hêzên HSDê dê di bin banê Artêşa Sûriyeyê de wekî "Sê Firqeyên" cuda bên birêxistinkirin.
  2. Ewlehî: Hêzên Asayîşê û YPJ dê tevlî sîstema Wezareta Karên Hundir bibin.
  3. Ziman û Nasname:  Zimanê Kurdî dê bibe zimanê fermî û neteweyî. Mafê welatîbûnê û wekheviya qanûnî ya tam ji bo Kurdan dê bê misogerkirin.
  4. Rêveberî: Di kabîneyê de, wezaretên krîtîk (parastin û karên hundir jî di nav de) û postên bilind ên dewletê dê ji Kurdan re bên dayîn.
  5. Aborî: Dahatên giştî û veberhênanên biyanî dê li gorî rêjeya nifûsê li herêmên Kurdî bên belavkirin.
  6. Civakî: Kesên koçber dê vegerin cih û warên xwe.

Dîroka Dawî: 31ê Kanûnê û "Plana B"yê

Charles Lister hişyarî da ku dem li dijî peymanê dixebite. Tê îdiakirin ku eger heta 31ê Kanûnê encamek neyê girtin, rêveberiya Şamê dê vê çarçoveyê "bêhukum" bihesibîne û "Plana B"yê bixe dewrê.

Lister diyar kir ku li ser erdê hêj gavên berbiçav nehatine avêtin û ev yek dibe sedema zêdebûna krîzê. Her wiha hat destnîşankirin ku sebra Tirkiyeyê jî kêm bûye.

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper di konferansekê de stratejiya Amerîkayê ya nû ji bo Sûriyeyê di sê xalan de kurt kir:

  1. Berdewamkirina şerê li dijî DAIŞê.
  2. Entegrekirina HSDyê di nav dewleta Sûriyeyê de.
  3. Kordînasyona bi Hikûmeta Şamê re.

Tê çaverêkirin ku hefteyên pêş me ji bo paşeroja herêmê û pêvajoya aştiyê çarenûssaz bin.