PeyamaKurd – Çekdarên rejîma demkî ya Şamê, doh, saetên derengiya şevê, li taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bi guleyên RPGyê êrişî xaleke kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a bi ser Rêveberiya Xweser an Rojavayê Kurdistanê kirin û asayîşê jî tavilê bersiva vê êrişê da.
Birêvebirê Pêwendiyên MSDyê yê Helebê Mihemed Emîn Elîko diyar kir ku ev provokasyon rewşê aloz dike û piştî pevçûnan, çekdarên hikûmetê tank û çekên giran li derdora herdu taxan bi cih kirine.