PeyamaKurd – Yekîneyên Parastina Sînor ên Sûriyeyê li ser sînorê di navbera Sûriye û Lubnanê de operasyoneke taybet pêk anîn û 12 kes binçav kirin. Di nav wan kesan de ku hatine girtin efserên pilebilind ên ku dilsozên rejîma berê ya Beşar Esed hene.
Daîreya Medya û Ragihandinê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ya rejîma demkî ragihand ku ev kes ji bo lêpirsîn û pêvajoya yasayî radestî rayedarên peywendîdar hatine kirin.