PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, berî hevdîtina xwe ya sibê bi Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî re, peyamên tund dan û bal kişand ser rola xwe ya di biryardayîna plana aştiyê de. Trump di hevpeyvînekê de ji bo "Politico"yê diyar kir ku derbarê plana aştiyê ya 20 xalî de, heta ku ew pesend neke, Zelenskî tu hêz û encamekê di destê xwe de nagire. Trump got:
Em ê bibînin ka çi di destê wî de ye, lê heta ez erê nekim tiştek di destê wî de nîne."
Trump her wiha eşkere kir ku vê dawiya hefteyê ne bi tenê Zelenskî, lê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû jî dê serdana wî bike. Serokê Amerîkayê ev livûtevgera dîplomatîk wekî nîşaneya vegara rêza welatên cîhanê ji bo Amerîkayê pênase kir û got:
Ew hemû tên; Zelenskî û Bibi jî tên. Ew dîsa rêzê nîşanî welatê me didin."
Trump destnîşan kir ku di demeke nêzîk de ew ê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re jî axaftineke telefonî pêk bîne.
Zelenskî meha borî ragihandibû ku plana aştiyê ya bi hevkariya Amerîka û Ewropayê hatiye amadekirin ji sedî 90 amade ye û armanca wan ew e ku her tiştî bikin sedî sed. Lê belê, daxuyaniyên dawî yên Trump nîşan didin ku çarenûsa şerê Ûkraynayê û qebûlkirina her planekê, rasterast bi biryara nû ya Washingtonê ve girêdayî ye. Ev hevdîtina sibê wekî xaleke werçerxanê ji bo pêşeroja şerê Ûkrayna û Rûsyayê tê dîtin.