PeyamaKurd – Balafirên şer ên Erebistana Siûdî îro li Yemenê hêzên Konseya Demkî ya Başûr (STC), ku ji aliyê Îmaratê ve tên piştgirîkirin, bombebaran kirin. Ev êrîş piştî ku hêzên STCyê li parêzgehên Hedramût û El Mehra dest bi liv û tevgerên leşkerî kirin, pêk hatin.
Wezîrê Parastinê yê Siûdiyê, Prens Xalid bîn Selman, hişyariyeke tund da û daxwaz kir ku STC tavilê hêzên xwe vekişîne û guh bide "dengê aqil". Li aliyê din, Serokê Yemenê Reşad Elîmî banga yekîtiyê kir û tevgerên STC wekî "yekalî" û binpêkirina peymanan pênase kir.
Ev êrîşên asmanî nîşan didin ku hevpeymaniya li dijî Hûsiyan bi parçebûneke giran û nakokiyeke rasterast a di navbera Riyad û Ebû Dabî de re rû bi rû ye.