PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di danûstandinên bi hikûmeta demkî a li Şamê re, bi taybetî di mijarên leşkerî de, pêşketineke girîng hatiye bidestxistin. Berdevkê Komîteya Danûstandinê, Yasir Silêman, eşkere kir ku her du alî li ser prensîba avakirina artêşeke yekgirtî ya Sûriyeyê li hev kirine ku hemû pêkhate û avahiyên cuda yên leşkerî di bin sîwanekê de bicivîne.
Di civîneke krîtîk de ku li Tebqayê hat encamdan, Yasir Silêman destnîşan kir ku dabeşbûn an parçekirina artêşa Sûriyeyê nayê qebûlkirin û armanca sereke parastina serweriya welat e. Di vê çarçoveyê de, biryar hat girtin ku saziyên dewletê yên mîna ofîsên qeyda nifûsê û erdê (tapu) dîsa werin aktîvkirin da ku xizmetguzariyên fermî di navbera herêman de yekser bimeşin.
Silêman her wiha bal kişand ser têkiliyên derve û vekirina deriyên sînor ên bi Tirkiye û Iraqê re. Wî diyar kir ku di mijarên ewlehî û leşkerî de rêyên ragihandinê yên bi Tirkiyeyê re vekirî ne û welatên Ereb jî piştgiriyê didin "Peymana 10ê Adarê" da ku mafên hemû sûriyeyiyan bi garantiyên destûrî werin parastin. Ev pêngav nîşan dide ku pêvajoya entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav artêşa neteweyî de, dê bibe xala herî girîng a danûstandinên di serdema nû de.