Cesedên 4 kesên çiyavanan di bin aşîtê berfê de dîtin

Dîroka Weşanê :
Cesedên 4 kesên çiyavanan di bin aşîtê berfê de dîtin

PeyamaKurd – Li Yûnanistanê li Çiyayê Vardousia 4 çiyavanên ku xwestin hilkişin çiya wenda bûn lê îro xwe gihandin cesedên wan.

Malbatên her 4 kesan agahî dabûn dezgeyên pêwendîdar ku 4 mirovên wan wenda ne û piştî 48 seetan tîmên rizgarkirinê karibûn cesedan bibinin.

Li gor çapemeniya Yûnanê, li herêma Fokida li çiyayê Vardousia pêr 4 kesên ku dest bi hilkişînaçiya kirin ku yek ji wan jine, wenda bûn.

Piştî lêgerîna bi 48 seetan, xwe gihandin cesedên wan ku di bin aşîta berfê de mabûn. Cesed nêzî bandeva çiya hatin dîtin.