PeyamaKurd – Li seranserê bajarê Sêwasê rêyên 136 gundan bi sedema berfê hatin girtin. Li gundewarên bajarê Sêwasê hem berf dibare û hem bahoz heye û xelk nikare ji wargehên xwe bilebite.
Di nav bajarê Kurdistanê de yek ji bajarên herî bilind Sêwase û serma, berf û seqema bajêr bi nav û denge. Li bilindahiyên bajêr pêwendiya navçe û gundan bi temamî ji hev hat birîn. Li nav bajêr sermakî sext heye.
Tîmên rêvebiriya taybet ya bajêr dixebitin da rê ji berfê paqij bikin. Niha xebata rêvekirinê behtir li wan gundên ku nexweş hena an jinên zarokan tînin dinyayê, ewilî rêyên wan vedikin.
Rayedar radigihînin ku kes heya mecbûr nebe dernê rê û yên derên jî divê bi xwe re zincîr û xalat bigerînin.