Taywan: 13 balafir û 12 keştiyên Çînê li dora giravê hatin tesbîtkirin

Dîroka Weşanê :
Taywan: 13 balafir û 12 keştiyên Çînê li dora giravê hatin tesbîtkirin

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku ji duh ve 13 balafirên leşkerî û 12 keştiyên artêşa Çînê li dora sînorên welat hatine tespîtkirin. Li gorî raporê, 12 balafiran "xeta navîn" a Tengava Taywanê derbas kirine û ketine herêmên parastina hewayî (ADIZ) yên li bakur û başûrê rojavayê Taywanê. Li hemberî vê livûtevgerê, artêşa Taywanê balafir û keştiyên xwe şandin qadê û pergalên mûşekên peravê xistin rewşa amadebaşiyê.

Ev çalakiyên Çînê wekî beşek ji "taktîkên herêma gewr" têne nirxandin, ku armanca wan zêdekirina zextên leşkerî ye bêyî ku şerekî rasterast derkeve. Ji destpêka meha Kanûna Pêşîn (2025) ve, Taywanê bi giştî 271 balafir û 196 keştiyên leşkerî yên Çînê li dora axa xwe tespît kirine. Çîn ji îlona 2020an vir ve bi awayekî sîstematîk hejmara balafir û keştiyên xwe yên li derdora Taywanê zêde dike da ku serweriya xwe ya li herêmê nîşan bide.