PeyamaKurd – Hevserokên Partiya DEM Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan bang li NY û civaka navneteweyî kirin ku derbarê êrîşên li dijî Elewiyan li Lazkiyeya Sûriyeyê de tavilê tedbîran bigirin.
Hevserokên DEM Partiyê fikarên xwe yên mezin li ser raporên êrîşên rêxistinkirî yên li dijî Elewiyan anîn ziman.
Di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, Hatimogulları got, "Em bi fikareke mezin nûçeyên ku êrîşên rêxistinkirî yên li dijî Elewiyan li Lazkiyeya Sûriyeyê dest pê kirine û mal û kargeh tên wêrankirin dişopînin. Divê ev êrîşên rêxistinkirî tavilê werin rawestandin! Em bang li her kesî, bi taybetî NY û civaka navneteweyî dikin ku tedbîran bigirin û li dijî tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin bibin mertal. Pêşîgirtina li komkujiyên potansiyel li Sûriyeyê mimkun e! Werin em bibin dengê civaka Elewiyan li Sûriyeyê!"
"Em bang li wan dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin"
Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe de cih da van tiştan jî:
"Agahî tên ku li bajarê Lazkiyeyê yê Sûriyeyê êrîşên rêxistinkirî li dijî Elewiyan dest pê kirine. Bi hezaran sivîl di xetereyê de ne û her saet krîtîk e. Wisa xuya dike ku Hikûmeta Demkî ya Şamê, ku mecbûr e sivîlan biparêze, tedbîrên pêwîst negirtiye. Divê NY û civaka navneteweyî bi lez tevbigerin. Divê Tirkiye bi rêyên siyasî û dîplomatîk mudaxele bike. Divê nifûsa sivîl bi lez were parastin. Em bang li hemî derdorên siyasî û civakî dikin ku berî ku komkujiyên mezintir çêbibin berpirsiyariyên xwe bicîh bînin."