PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku daxuyaniyên hikûmeta veguhêz a Sûriyê yên derbarê rewşa li Dêr Hafir û Meskenê de ne rast in û da zanîn, wan tu hêz nebirine wê deverê.
HSDê bi daxuyaniyekê red kir ku wan hêz birine deverên Dêr Hafir û Meskenê yên li Rojhilatê Helebê û got, “Daxuyanyên hikûmetê di vê derbarê de nerast in”.
Hate diyarkirin ku tevgera meydanî ku li Dêr Hafir û Meskenê heye ya hêzên hikûmetê ye û HSD pabendî bijardeya aramiyê ye lê ew ê berevaniyê bi hemû awayan bike.
Hêjayî gotinê ye, îro 12ê Çileyê Artêşa Sûriyê ragihandibû ku HSDê hêzên zêde li nêzîkî Dêr Hafir û Meskenê belav kirine û dabû xuyakirin: “Eger êrîş çêbibe em ê bersiveke tund bidin.”
Li aliyê din Ajansa SANA ya Sûriyê jî bi zarê jêdereke leşkerî ragihandibû,Artêşa Sûriyê hêzeke zêde şandiye Dêr Hafir û Meskenê yên gundewarê Helebê.