PeyamaKurd- Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku girtîgeha Şedadê ji bin kontrola şervanên HSDê derketiye.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji saetên sibehê ve komên Şamê bi awayekî dijwarî êrîşî girtîgeha Şedadê ya ku tê de bi hezaran endamên rêxistina DAIŞê ya terorîst hene dikin.
Şervanên HSDê bersiva van êrîşan didin û gelek caran ew êrîş têk birin. Ji bo karesateke ewlehî çênebe bi dehan şehîd û birîndar çêbûn.”
HSDê diyar kir, “Tevî ku girtîgeha Şedadê 2 kîlometre ji baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li herêmê ve dûr e, tevî bangên dubare baregehê destwerdan nekir.
Em ji raya giştî re dibêjin ku girtîgeha Şedadê ji bin kontrola hêzên me derket."