PeyamaKurd - Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, ji Ewropayê ji bo berdewamiya peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de garantî xwest. Ehmed diyar kir ku mekanîzmaya pêkanînê hîn nezelal e û hin alî hewl didin ku pêvajoyê têk bibin.
Roja Çarşemê, 25ê Sibatê, Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û endama Fermandariya Giştî ya HSDê Rohilat Efrîn, serdana Parlamentoya Ewropayê (PE) kirin û bi parlamenteran re civiyan.
Di civîna çapemeniyê de, Ehmed bal kişand ser biryara PE ya 12ê Sibatê ya derbarê parastina Kurdên li Rojava de û got, "Ev civîn ji bo me pir girîng bû. Piştgiriya Kurdên li Rojava û ev gavên hatine avêtin piştgirîyek ji bo demokrasî, azadî û edaletê ye."
"Divê mafên Kurdan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de werin garantikirin"
Ehmed diyar kir ku biryarên ku di civînê de hatine girtin li ser avakirina Sûriyeyek nû ku hemû gelên Sûriyeyê dikarin bi azadî bijîn israr kirine û got, "Ya herî girîng, ew çareseriya pirsgirêka Kurd e, ku mafên wan bi salan di nav sîstema Sûriyeyê de hatine desteserkirin."
Ehmed behsa rola ku Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de lîstine kir û got, "Bi kêmanî divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de werin garantîkirin û divê welatên navbeynkar heta ku çareseriyek siyasî di hundirê Sûriyeyê de were bidestxistin piştgiriyê bidin me. Lêbelê, ev gav hîn nehatiye avêtin."
Ehmed êrîşên hêzên Şamê yên li ser deverên ku ji hêla HSD ve têne kontrolkirin wekî "êrîşek li ser demokrasiyê" bi nav kir û got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demokrasiyek hebû ku mafên jinan û pêkhateyên cûda lê dihatin garantîkirin. Ev êrîş tevgerek li dijî van hemû nirxan bû."