PeyamaKurd – Îlham Ehmed, Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava, diyar kir ku şervanên ku ji aliyê hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ve hatine girtin, tavilê hatine kuştin.
Îlham Ehmed destnîşan kir ku piraniya şervanên ku jiyana xwe ji dest dane û ji aliyê hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ve hatine girtin, bi "îdamên meydanî" hatine kuştin.
Ehmed ragihand, "Gelek bûyer hene ku şervan li cihê ku lê hatine girtin hatine gulebarankirin."
Îlham Ehmed destnîşan kir ku ev bûyer li Tebqa, Reqa û Dêra Zorê qewimîne û got, "Piraniya wêneyan ji Reqa û Tebqayê hatine, hin ji wan li Şêx Meqsûdê jî çêbûne."
Li gorî Ehmed, Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, hejmara kesên ku bi gulebaranê hatine îdamkirin digihîje bi sedan şervanan.
Ehmed destnîşan kir ku di nav kesên ku hatine kuştin de sivîl jî hene û got, "Dibe ku ew ne hemî şervan bin; di nav wan de sivîl hene, mînakî, yên li Şêx Meqsûdê."
Hîn ne diyar e ka çend şervan ji aliyê Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ve hatine girtin. Îlham Ehmed li ser vê mijarê wiha got:
"Hejmar hîn ne diyar in; ji ber ku em tam nizanin kî hatiye girtin û kî hatiye kuştin. Me hîn ev dane negirtiye."