Iraq: Wê endamên IŞİDê li gor qanûnên Iraqê bên darizandin

Dîroka Weşanê :
Iraq: Wê endamên IŞİDê li gor qanûnên Iraqê bên darizandin

PeyamaKurd – Desthilata Bexdayê li ser girtiyên IŞİDê yên li Sûriyê ku niha ew dibin Iraqê, rêvebiriya Bexdayê peyamekî zelal di derbarê wan de da. Konseya Bilind ya Darazê ya Iraqê ragihand ku wê temamê girtiyên DEAŞê, bê ku li nasname û milliyeta wan binêrin, wê li Iraqê, li gor qanûnên Iraqê bên darizandin.

Ji bo ew endamên IŞİDê yên ku li Sûriyê ne û di zîndanên di bin destê Hêzên Sûriya Demokratîk de bûn, bi sedema şerê navbera HSDê û Şamê, ji bo girtî nerevin, wan hêdî hêdî neqlê Iraqê dikin.

Neqla wan ji aliyê hêzên Koalîsyonê de, bi serpereştiya CENTCOMê têkirin. Niha li Sûriyê 7 hezar girtiyên DEAŞê hene.

Di daraza wan de, wê Iraq qanûna xwe ya li dijî terorê û destûra Iraqê bikarbîne. Di daxawuyaniya Iraqê de hat gotin ku:

“Temamê gumanbaran, bê ku li milliyeta wan binêrin, li gor ciyên wan yên di nava rêxistinê de, wê di bin daraza Iraqê de bêkirin.”

Berdevkê artêşa Iraqê Sabah Numan ragihand ku qefla ewilî ya ji 150 kesan pêkhatî, teslîmî Iraqê hatine kirin.